Beyana Hevbeş Ya Partî û Rêxistinên Kurd û Kurdîstanî Derbareyê Bûyer û Pêşhatiyên Dawî Li Kurdistanê
          Her wekî eyan e, neyarên me, dewleta dagirkerên Kurdistanê amade ninin hebûna me û mafên me yên netewî û demokratîk û siyasî îtîraf bikin û binasin. Ew di siyaseta zilm û zordariyê da berdewam in. Her roj bi behaneyek êrîşa ser me û destkevtiyên Kurdistana Başurê dikin.
31.03.2008 - 17:27
Beyana Hevbeş Ya Partî û Rêxistinên Kurd û Kurdîstanî Derbareyê Bûyer û Pêşhatiyên Dawî Li Kurdistanê

Xalkê zahmetkêş û tekoşerê Kurd,

Êrîşa neyara gelê me û dagirkerên Kurdistanê di heyama Newrozê da jî berdewam bû. Heyemeka dûr û dirêj e, dewletên Îran û Tirkiyê, ku her yek ji wan beşekê welatê me dagir kirine, bi baheneya bingehên PKK û PEJAK li Kurdistana Başurê, topbaranê herêmên tixubî ya Kurdistana Azad dikin. Dewleta dagirkera Tirk, ne tenê bi topbaranê, her usa bi firoke û hêzên zemînî va jî êrîşa Kurdistana Başurê kir.

Êrîşa esmani û topbarana herdu dewletên dagîker bûye sedema ziyana canî û malî. Gundiyên ser tixubê, bona parastina canê xwe, zevî û bax û malê xwe bi ci hîştîne û koç bûne.
 
Dewleta Tirk her usa di vê Newrozê da jî êrîş kire ser gel û xwîn rijand. Ji ber êrişa rejîma xwinrija Tirk li ser pîroz kirina Newrozê, du kes canê xwe ji dest dan, bi sedan Kurd birîndar bûn û hatin girtinê.

Rejîma şoven a BAAS a Surî jî di Newrozê da êrîşê ser Kurdan kir, ku dixwastin bi şiklê aşitiyane cejna Newrozê pîroz bikin. Hêzên evlekariya rejîma şoven a BAAS, tehamulê pîroz kirina Newroz nekirin û gule li ser Kurdan da barandin. Di encema êrîşa hêzên asayişa rejîmê, 3 kurd hatin kuştin û bi dehan Kurd jî birindar bûn û hatine girtin.
 
Gelê me yê zilmditî,

Welatparêzno,
 
Her wekî eyan e, neyarên me, dewleta dagirkerên Kurdistanê amade ninin hebûna me û mafên me yên netewî û demokratîk û siyasî îtîraf bikin û binasin. Ew di siyaseta zilm û zordariyê da berdewam in. Her roj bi behaneyek êrîşa ser me û destkevtiyên Kurdistana Başurê dikin.

Bê guman tenê berxwedan, xebat û hevkariya hezên welatparêz pêşiya nehezên azadiya me û dijminê demokrasiyê û êrişa wan digrin.
 Ji bona vê yêkê partî û hêzên Kurd û Kurdistaniyên, ku li jêrê navê wan henê, carekî dinê êrîşa neyarên gelê me mehkum dikin, banga hemu hêz û kesên welatparêz dikin, ku bona peşî lê girtina êrîşa ser gelê me deste xwe bidine hevdu.

 Em banga Yêkitiya Milletan (UN), Yêkitiya Ewropa (EU) û hemû rêxistinên mafên mirov û humanîst yên navnetewî dikin, ku dijî êrîşa dewletên Îran, Tirkiyê û Surî li ser gelê me û Kurdistana Başurê dengê xwe bilind bikin, fişar li dewletên hanê bikin, daku bona çareser kirina pirsa Kurdî bi rêka diyalog û dan û standinê bigrin ber xwe, ligel hikumeta Herêma Kurdistanê pêyvendiyên siyasî, aborî û çandî deynin.
31’ê Adara Sala 2008
Etiketler: PWD-K, Pwdnerin, Kurdistan, Kurd, Kürtçe