Ordiya Tirk û Hevalbendên Wê Beramberê Kurdan Dijminahiyê Gurr Dikin, Bi Agir Dilîzin!

Generalên Tirk û tefaqa kemalist, dest ji xerabiyên xwe bernadin. Her li du plan û provakasyonên nû ne. Di hilbijartina 22’ê Tîrmehê de plana wan bi ser neket. Wan dixwest hukumetê ji destê AKPê bigrin û nehêlin ku Abdullah Gul bibe Serokkomar. Hesabê wan pêkanîna koalisyona CHPû MHP bû. AKP xurttir bû. Abdullah Gul jî bû Serokkomarê Tirkiyeyê.

Generalan û kemalistan xwe aciz kirin, lê nedikarî tiştekî bikin. Li Enqerê û rojavayê Tirkiyeyê şert û zurûf ji mudaxeleyeke raste rast re, dest nedida. Çend rojekî xwe bi silav nedanê û bi pêlêkirinên qaîdeyên protokola dewletê dilê xwe rehet kirin. Lê, li Enqerê ji vê û zêdetir nedikarî tiştekî bikin.

Dezgehên veşartî yên nav dewletê berê xwe dan mijara Kurdan û wekî caran li Kurdistanê, bi taybetî li herêmê Botan û Hekariyê, yanî ser «sinûrê» Kurdistana azad aktiv bûn. Di destpêkê da minibusek bi 850 kilo teqemenî dagirtî li Enqereyê peyda bû. Qaşo ev minibus ya PKK bûye û ji aliyê herêmê nêzîkî «sinûrê bakurê Iraqê» hatiye şandin ji bo Enqerê !

Çend roj piştê vê bûyerê ji xelkê Elkê 12 kes hatin kuştin. Hêzên resmi û medya Tirk yekser PKKê wek berpirsê vê bûyerê îlan kirin. Ev dereweke aşkere bû. Dema derewên wan derket holê êdî dengê xwe birîn. Çend rojan piştî vê bûyerê li Şernexê 13 leşker (9 ji wan Kurd bûn) hatin kuştin, ku ev mesele jî zêde şik û guman li ser heye.

Hemî diyarde nişan didin ku li Bakurê welatê me, vê hêlê provakasyonên ciddî li dardikevin. Armanceka girîng van provakasyonan siyaseta navxweyî ye. Tefaqa kemalist dixwaze bi dijitiya doza Kurd, li dora Hukumetê, Serokvezîriyê, Serokkomariyê û Meclisê, yanî li dora sazî û dezgehên sivîl dîwêrekî ji tirkçîtiya şovenîst bihone. Di armanca xwe de qismen bi serketin. Bi saya kampanyayên medyayê li Tirkiyeyê pêlê Tirkçîtiyê bilind kirin. Mixabin Serokkomarî, AKP û Hukumet jî qismen tevlê vê planê bûn û li pêş generalan serê xwe tewandin. Rastiyek heye ku dema mijar dibe doza Kurd, Tirkên muxalifên hevdu jî destên didin hevdu.

Armanca ordiyê ev e: Ew dixwaze bandora wê ya ser rejîmê berdewam be. Ji xwe şer û aciziyên, ku çêdibin ji vî sedemî ye.

Armanceka stratejîk ya general û kemalistan, têkdana destkeftiyên Kurdan e li Başurê Kurdistanê, ku ev heman demî armancek stratejîk ya dewleta Tirk e. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî mijara Kerkukê û petrola Kerkukê bala herkesî dikşîne. Tirkiye ditirse ku, eger Kerkuk jî bikeve ser devera Kurdistanê, wê demê Kurd dê bikaribin dewletekî serbixwe ava bikin. Dewletekî xwedî petrolê dewlemend, dewletekî federal be jî dikare bala Kurdên Bakur bikşîne û ew jî doz û daxwazên siyasî bikin. Dewleta Tirk ditirse ku siyaseta wan ya asimilekirina Kurdan têk biçe û neçar bin maf û azadiyên gelê Kurd bipejirînin. Ew vê yekê naxwazin, di siyaseta xwe ya tûnekirina Kurdan de israr dikin. Derdê generalan û Tirkçiyan ev e.

Sedemên ku van demên dawî ew qasi bi tundî kampanyayeka ultra-nasyonalist, şovenîst li dijî gelê Kurd dimeşînin ev siyaset û stratejiya korane ye. Tefaqa „ulusalciyan“, bi serkêşiya ordiyê û bi alikariya beşek ji medyayê, li Tirkiyeyê dijî xelkê Kurd û Başurê Kurdistanê kampanyayeka genî û gemar li dar dixin. Ev hêzên neo-faşist û tirkçî bi agir dilîzin. Ev agir û alava ku gurr dikin, helbet dê zirarê bide xelkê Kurd jî xelkê Tirk jî. Lê ev provakasyonên „ulusalciyên“ neo-faşist dikare wan jî bişewitîne û ev ihtimal jî ne dûr e.

Ev leyîstikên dawî êrîşkariyeke bi tehluke ye li dijî prosesa demokrasiyê li seranserê Tirkiyeyê û dijminahiyeke aşkere ye dijî doza Kurd û Kurdistanê.

PDK-Bakur, PSK û PWDK, em bangî hemî hêzên welatperwerên Kurdistanî dikin, hewce ye em dest bidin hevdu dijî vê êrîşkarî û provakasyonan. Em amade ne bi hemî hêzên kurdperwer re zûtirîn demê werin cem hevdu û hevkariyeke rêk û pêk, pêk binin, gotara xwe siyasî û hêzên xwe bikin yek. Me siyaseteke hevbeş netewî û demokrat pêwist e.

Em bangî hêzên demokrat, liberal û antî-miltarist yên Tirk û xelkên dîtir yên Tirkiyeyê dikin: Werin em dijî vê hêrişkariyê, ji bo demokrasiyê û sistemeka hevdem destê xwe bidin hevdu, mil bi mil dijî neo-faşizmê û ultra-nasyonalizmê berxwe bidin, van provakasyonan pûç derxin. Berjewendiya xelkê Tirk, Kurd û hemî hemwelatiyên Tirkiyeyê, yên, ku jiyaneke mirovane dixwazin, di pûçkirina vê hêrîşkariya dawî de ye.

Li dawî em dixwazin ji serkêşên vê kampanyayê ra bi aşkere bêjin:

Kî çav berdaye başurê welatê me, kî niyet kiribe bi azadiya me û bi destkeftiyên miletê me re bilîze, divê bizane ku ew dê bersiva xwe bigrin. Evên li Dohukê, Sileymaniyê, Hewlêrê, Kerkûkê, Mosulê û Xaneqînê ji miletê me re azadiyê, demokrasiyê û jiyaneke bextewar zêde bibînin, li destkevtiyên miletê me bihesidin û dijminahiya wan bikin, hewce ye bizanin ku ew jî dê li Enqerê, Istanbûlê, Izmirê nikaribin jiyaneka rehet bijîn.

Evên ku dibêjin, „belku em hemî tiştî nikaribin bikin, lê em dê bikarin ji wan re zehmetiyan derbixin”, divê ew jî xwe ji xwe re zehmetiyan amade bikin.

Xelkê Kurd û Partiyên me, em azadîxwaz û aşitîxwaz in, lê eger mesele bibe parastina hebûna miletê me, divê ew hemî bizanin, ku li ba Kurdan berxwedan jiyan e, Kurd ji bona jiyaneka bi rûmet amade ye bimre..

Em hersê partî, bi hevra, berî herkesî bangî hemî endam, alîgir û dostên xwe û her wisa bangî hemî kurdperweran dikin, ku ji bona parastina destkevtiyên miletê me, destê xwe bidine hevdu.

Em bangî PKK jî dikin, ku li beramberê provakasyonên militaristan şiyar bin û ne li Bakur ne li Başurê welatê me hicetên xapînok bi destê dewleta Tirk nedin.

Kurd û Tirk ne dijminên hevdu ne.

Siyaseta militarist û neo-faşist dijminê herdu gelan e.

Aşitî, Azadî û Demokrasi daxwaza miletê me ye û ev mafên me rewa ye.

17.10.2007
PWD-Kurdistan, PSK, PDK-Bakur
Etiketler: PWD-K, Pwdnerin, Kurdistan, Kurd, Kürtçe