Peyama Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurd û Kurdistanê Ji bona Newrozê,
        Lê belê, li hersê perçeyên Kurdistanê, berxwedan û xebata azadiya gelê Kurd li hember hêzên dagîrker û ji bona maf û azadiyên netewî, siyasî, civakî û çandî roj bi roj xurttir dibin.
20.03.2008 - 16:45
Peyama Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurd û Kurdistanê Ji bona Newrozê,

Gelê Tekoşer û Xebatkarê Kurdistan,
 
Gelek mixabin, em li sê perçeyên Kurdistanê, bi bindestî pêşwaziya Newrozê dikin.

Gelê Kurd li Kurdistana Bakûr, Rojhilat û Rojava, ji maf û azadiyên netewî bê par e û zilm û zordariya hezên kevneperest, şoven û nijadperest li ser gelê me berdewam e.

Lê belê, li hersê perçeyên Kurdistanê, berxwedan û xebata azadiya gelê Kurd li hember hêzên dagîrker û ji bona maf û azadiyên netewî, siyasî, civakî û çandî roj bi roj xurttir dibin.

Hêzên niştimanperwer û dimokratên seranserê Kurdistanê,

Newroz her weha nişana yêkitî, xebat û serketinê ye.

Ji bona serketina xebata reva yê gelê Kurd, mercê serekî yêkitî û hevkariya hêzên welatparêz e.

Werin bi gor naveroka Newrozê, pêşwaziya Newroza 2708’ê biçin, ji bona maf û azadiyên xwe, bi hevra û bi yêkdengî kar û xebatê bikin.

Em partî û rêxistinên Kurd û Kurdistaniyên jêrê, pirozbayiya xwe gelê xwe ya zahmetkêş û xebatkar, li hêzên welatparêz yên seranserê Kurdistanê, li zindaniyên siyasî, malbata şehidan û li Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistana Başurê dikin.

Kurdno,
Hemu rojên we Newroz, Newroza we pîroz be.
20’ê Adara sala 2008
Etiketler: PWD-K, Pwdnerin, Kurdistan, Kurd, Kürtçe